Tirkiye: Em neçar bin dê bi tena serê xwe ‘Navçeya Aram’ ava bikin
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy îro Înê ragihand, biryar e şandeke leşkerî ya Amerîkayê sibe Şemiyê serdana Tirkiyê bike û li ser mijara pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan bike.
Hamî Aksoy diyar kir, eger Tirkiye û Amerîka di mijara pêkanîna navçeya aram de li hev nekin, Enqere neçar dibe ku bi xwe wê navçeyê li nav axa Sûriyê ava bike.
Aksoy got: “Şanda leşkerî ya Amerîkayê dê sibe bê Enqerê. Di egerekê de ku em bi Amerîkayê re negihîjin xaleke hevbeş, em neçar dibin ku navçeya aram bi tena serê xwe ava bikin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir, ew dê hevdîtinên bi şanda leşkerî ya Amerîkayê re berdewam bikin.
Rudaw
