Îranê gemaroya li ser Zerîf şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Îranê îro pêncşemê 01-08- 2019an derbarê biryara Amerîkayê ya li ser gemaroya Mihemed Cewad Zerîf daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku xistina navê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di lîsteya boykotan de, ew kara nîşaneya zelal a asêbûna dewleta Amerîkayê ye.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye gotin xistina navê Mihemed Cewad Zerîf lîsteya gemaroyê ti bandorekê li hewildan û pêngavên Zerîf û mafdarîya Îranê, kêm nake di berevanîya ji berjewendiyên Îranê da.
Çend meh piştî gefa ferzkirina ceza bo ser Wezîrê Derve yê Îranê, îro pêncşemê merîkayê ceza li ser Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ferz kir.
Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin derbarê ferzkirina ceza de got, Zerîf bi bê minetî ajendeya Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê cîbicîh dike û herwiha berdevkê serekî yê rejîma Îranê ye li cîhanê.
Herwiha Mnuchin da zanîn ku Amerîka peyameke vekirî bo Îranî dişîne û tevgera wê ya vê dawiyê nayê qebûlkirin
Basnews
