Rêveberiya Xweser ji ber gefên Tirkiyê bang li welatên cîhanê kir
Hikumeta Tirkiyê li ser derbaskirina sînorê Rojavayê Kurdistanê rejde çi bi encamdana operasiyonekê li Rojhilatî Firatê yan jî bi avakirina navçeya aram, li ser sînor jî dest bi komkirina hêzê hatiye kirin.
Omer Yûsif welatiyekî bajarê Qamişloyên ye ku 37 sal e malî wî li ser sînor e, ew hevwelatî dibêje, herçende heta niha ti derbasbûnek çênebûye, lê tirs li cem wan heye.
Omer Yûsif got: “Ev 35 heya 37 salan e mala me li vir e û heya niha ti derbasbûnek çênebûye lê tirs heye.”
Rêveberiya xweser ya ku erkê parastina deverê li stuyî xwe girtiye, gefa dubare vejandina rêxistina DAIŞê di egera rûdana şer dike, bi taybet ku bi dehan hezar endam û malbatên DAIŞê di kamp û girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de ne.
Berdevkê Rêveberiya Xweser, Luqman Hemê jî got: “Ev gef metirsiyê li ser navçeyê û çareseriya aştiyane li Sûriyê çê dike, herwiha çi êrîşeke dujimnkarî ya Tirkiyê li ser navçeyê, dê derfetê bide DAIŞê ku careke din vegere.”
Luqman Hemê herwiha diyar kir: “Ev êrîş dê bibe sedem ku dadgîrkariya Tirkiyê li Sûriyê berfirehtir bibe, em weke Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê em dê berê xwe didin raya giştî ya cîhanî û Sûrî û hemû aliyên ku aramî û çareseriya demokrat dixwazin.”
Ev heyama çend mehan e ku Amerîka ji bo ji hev nêzîk kirina Tirkiyê û kurdên Rojavayê Kurdistanê navbeynkariyê dike, lê heya niha jî ti rêkeftin di navbera wan aliyan de çênebûye.
Rudaw
