• Friday, 13 February 2026
logo

NY: PKK, DAIŞ û Tehrîr Şam zarokan çekdar dikin

Gulan Media August 1, 2019 Nûçe
NY: PKK, DAIŞ û Tehrîr Şam zarokan çekdar dikin
Îro pêncşemê Neteweyên Yekgîrtî (NY) aşkere kir ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê û rêxistinên din ê çekdar li Sûriyê zarokan çekdar dikin. Herwiha li gor wê raporta NYyê PKKê jî li Sûriyê zarok çekdarkirine û şandine bereyên şer.

NYyê di rapora xwe ya derbarê bikaranîna zarokan di nava şer da aşkere kiriye ku ew gurubên li Sûriyê, Yemen û Efxanistan şer dikin zarokan çekdar dikin û dişînin nava şer.

Li gor wê raporta NYê di sala 2018an da 12 hezar zarok yan hatine kuştin yan jî birîndarkirin û herwiha rêjeya kuştin û birîndarbûna zarokan herî zêde li Efxanistan, Sûriyê û Yemenê hatiye tomarkirin.

Di raportê da di sala 2018an da li Sûriyê nêzîkî 806 zarokên temenê wan ji 18 salan biçûktire bo nava şer hatine şandin û gelek ji wan hatine kuştin.

Herwiha NY behsa wê yekê jî kiriye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ser bi PKKê va ye 313 zarok çekdar kirine. Tehrîr Şam 187, Artêşa Azad a Sûriyê 170 zarok, Ehrar Şam 34 zarok DAIŞê jî 30 zarok çekdar kirine.

Di raporê da amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku rejima Sûriyê jî 10 zarok bo şer çekdar kirine.

Di berdewamiya raporê jî da hatiye aşkerekirin ku heta aniha derbarê zirara operasyona Efrînê li ser zarokan ti zanyarî li ber destê wan da tuneye. Lewre Tirkiyê û gurubên ser bi Artêşa Azad rênedane ew zanyariyan derbarê zarokên li Efrînê da werbigirin.

Rudaw
Top