Siyasetmedarên Almanî: Kurdên Êzidî yên zilmlêkirî hêjayî alîkariyê ne
Li Almanyayê Hevseroka Partiya Kesk Annalena Baerbock, Serokê Fraksîyona Yekitiya Demokrat a Xrîstiyan (CDU) yê berê Volker Kauder û Cîgirê Serokê Parlamentoyê yê ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Thomas Oppermann, di gotareke ku di malpera Welt a wî welatî de hat belavkirin, ji bo alîkariya Kurdên Êzidî pêşniyaza pêkanîna projeyeke hevbeş kirin.
Di wê gotara bi navê, ‘Êzidiyên Di Bin Zilmê De Hêjayî Alîkariyê Ne’ ku di 5.salvegera êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê, hat belav kirin de hatiye gotin ku Kurdên Êzidî, ji aliyê DAIŞê ve rastî êrişên jenosîdê hatine û ji ber vê yekê bi hezaran kesan cane xwe ji dest dane û bi hezaran jî hêj di bin bandora encamên xirab ên wan êrişan de ne. Tê gotin pêwîst e Almanya xwedî li Êzidiyan taybetî jî li jin û zarokan, derkeve.
‘Metirsiya li ser Kurdên Êzidî ji hole ranebûye’
Siyasetmedarên Almanî di wê gotarê de dibêjin bi derxistina DAIŞê ji herêmê, metirsiya jenosîdê li ser Kurdên Êzidî bi temamî ji holê ranebûye û diyar dikin ku piştî kontrolkirina wan deverên di destê DAIŞê de ji aliyê hêzên leşkerî ve, çarenivîsa Êzidiyan hêj ne diyar e û tê gotin, “Ev jî rewşeke gelek metirsîdar e. Bêyî ku alîkariyeke navdewletî hebe vegera van însanan bo ser gundên xwe û axa xwe gelek dijwar e. Di vê rewşê de an dê neçar bin di nav civaka misilman de bijîn û an jî dê ji neçarî berê xwe bidin reva bo Ewropayê.”
Herwiha di gotarê de tê bibîrxistin ku ew jinên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin rastî destdirêjiyê hatine û tê aşkerekirin ku beşeke wan li Iraqê û beşek jî li Sûriyê di nav hewldanên bo jiyanê de ne. Tê diyarkirin ku li gor yasayên Iraqê û baweriya Êzidiyan, ew zarokên ji terorîstên misilman weke Êzidî nayên qebûlkirin.
Helmetên alîkariyê yên ku li herêma Baden Wurttemberg a Almanyayê, ji bo alîkariya Êzidiyan dabûn destpêkirin, bûn wesîle ku siyasetmedarên almanî berpirsyariyê werbigirin.
Di wê gotara siyasetmedarên Almanî ya hevbeş de tê gotin, “Ji ber ku em çareseriyekê ji bo wan jin û zarokên Êzidî yên li Iraq û Sûriyê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye nabînin, em daxwaz dikin ew bo Almanyayê bên wergirtin. Eger Almanyaya federal pêşengiyê bike, herêma Baden Wurttemberg jî amadebûna xwe ragihîne û pêngaveke bo alîkariyê ji aliyê herêmên din ve jî bê avêtin, wê demê ew jin dê rizgar bibin, mirovahî û hêvî dê li dijî terorê serbikeve. Ev dê geşenedake girîng be bo pêkanîna bingeha polîtkayeke nû derbarê koçberan de. Bi vî awayî em dê rê li ber revê bigirin û bi rastî jî kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye werbigirin.”
‘Pêwîst e hevkarî li gel Herêma Kurdistanê bê kirin’
Siyasetmedarên Almanî herwiha baldikişînin ser wê yekê ku pêwîst e Almanya di warê emnî û mirovî de hevkariyê li gel Herêma Kurdistanê bike û diyar dikin, “Em hêvî dikin ji bo asayîş û pêşvebirinê hevbeşiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistaê bê pêkanîn. Bi vî awayî derbarê pêjeroja koçberan de dê asoyek diyar bibe. Herî kêm, di demeke kurt beşeke wan dê bibin xwediyê derfeta vegera bo cih û warên xwe.”
Herwiha wan siyasetmedarên Almanî, daxwaz kirin ku çekdarên DAIŞê di serî de ji ber tawanên li dijî Kurdên Êzidî, ji ber wan tawanên li dijî mirovahiyê bi tawana jenosîdê bên cezakirin.
Rudaw
