• Friday, 13 February 2026
logo

ICG: Ji bo dûrketina ji PKKê divê Amerîka fişarê li YPGê bike

Gulan Media August 2, 2019 Nûçe
ICG: Ji bo dûrketina ji PKKê divê Amerîka fişarê li YPGê bike
Gurûpa Krîzan a Navdewletî (ICG) daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku givaşê li YPGê bike da ku ji PKKê dûr bikeve. ICGyê pêşniyar kiriye, deshilata YPGê li ser sînorê Tirkiyê were kêmkirin, û Tirkiye çavdêriya dûrxistina çekên giran ji sînorê xwe bike, herwiha daxwaz kiriye ku Tirkiye jî destêwerdanê di nava karûbarên Rojhilatê Firaê de neke.



Grûpa Kirîzên Navdewletî derbarê rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê de, raportek belav kir, û tê de şiroveyek ser pirsên navçeyê anî ziman, hevdem çend pêşinyar bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê xist ber behs û lêkolînan.



Encamên zehmet û mehal navnîşana raporta derbarê bakurê rojhilatê Sûriyê de tên xwendin. Destpêkê di raportê de hatiye nîvisandin, ku divê Washington guşarê têxe ser YPGê daku ji PKKê dûr bikeve, herwiha divê Tirkiyê destêwerdanê di karûbarên navçeyê de neke.



Grûpa Krîzên Navdewletî daxwazê ji Amerîkayê dike, ku pêngavên girîng bavêje, daku aramî li navçeyê pêk bê, ji wan jî rê bide hevtêgihiştenekê di navbera HSDê û Tirkiyê de pêk bê, ku xalên girîng li xwe bigire.



Herwiha wê gurûpê daxwaz kiriye ku Tirkiyê dilgiraniyên di derbarê Efrînê de nehêle, û rê bide ku xelk Efrînê vegere bajarê xwe. Daxwazê dike ku Encûmena Sûriya Demokratîk jî beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê bibe.



Raporta Grûpa Krîzên Navdewletî amaje bi wê yekê jî daye, ku biryara Amerîkayê bo hiştina artêşa xwe li Sûriyê, derfetek çê kiriye, daku tundûtîjî li bakurê rojhilatê wî welatî neqewime. Ji ber eger Amerîkayê hêzên xwe ji Sûriyê vekişandibaya, dibû bû ku Şamê navçeyên li jêr desthilata HSDê bixistina jêr kontrola xwe.



Di raportê de hatiye gotin, herwiha Enqereyê jî sûd ji wê valabûnê werbigitaya, daku YPGê bişkîne, hevdem DAIŞê jî ew valabûn dagirtibaya, vê yekê jî tundûtîjiyek zêde li navçeyê wê li pey xwe anîbaya.



Pêşinyarên Grûpa Kirîzên Navdewletî:



Kêmkirina desthiltên YPGê

Tirkiyê çavdêriya dûrxistina çekên giran ên YPGê bike

YPGê şer dijî Tirkiyê û hêzên alîgir rawestîne

Tirkiyê nîgeraniyên ewlekariya xelkê Efrînê nehêle

Tirkiyê rê bide xelkê Efrînê vegerin malên xwe

Tirkiyê dest ji vetokirina beşdarbûna MSDê di civînan de berde

Amerîka dest ji dûrxistina YPGê bo çûna Şamê berde


rudaw
Top