Nêçîrvan Barzanî: Îsal bibîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima 36. salvegera enfala Barzaniyan de, ku li devera Barzan birêve çû gotarek pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî got jî: Heya niha ji tevaya heşt hezar Barzanîyan tenê rûfata 596 hatîne dîtin û vegerandin bo welat.
Nêçîrvan Barzanî got: Bîranîna ev sal a Barzanîyên Enfalkirî xemgîntire. Dîmen gelek dilhejîn in, li bîyabana Semawe, Zaro hatîye dîtin li ber singê dayka xwe ye û hatîye gullebaran kirin. Jinek din hatîye dîtin ku pênc zaro li tenişt wê ne û hatîne gulebaran kirin.
Got jî: ew dîmenên hanê, careka din dîmena zînde biçalkirina 182 hezar jin û zaro û xortên me yên Kurd dihîne pêşîya çavên me.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku enfalkirina Barzaniyan bi hemû pîvanan jenosîd e, û got: “Jiyana jin û zarokên Barzaniyan piştî Enfalê gelek dijwar bû. Erkê xwedîkirina zarokan ket ser milên serbilind ên Barzaniyan û gelek zarok neçar bûn ku dawî li xwendina xwe bînin.”
Barzanî spaiya xelkê Hewlêrê kir ku alîkarên mezin bûn bo sernegirtina plana enfalkirina Barzaniyan bi temamî.
Heya niha ji 182 hezar enfalkirîyan tenê rûfata 2672 şehîdan hatîne vedîtin û vegerandin û ji 8000 hezar Barzanîyan tenê 596 rûfat hatîne vedîtin û vegerandin.
K24
