• Friday, 13 February 2026
logo

Nûtirîn amara qurbanî û rizgarbûyên Êzidî hat ragihandin

Gulan Media August 1, 2019 Nûçe
Nûtirîn amara qurbanî û rizgarbûyên Êzidî hat ragihandin
Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir.

Li gor Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amar wiha ye:

- Hejmara Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.

- Hejmara Êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.

- Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.

- Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.

- Hejmara gorên bikomî yên heta niha hatin aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.

- Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.

- Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.

- Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Regeza mê: 3548 kes in. Regeza nêr: 2869 kes in.

- Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.

- Hejmara kesên mane: 2908 kes in. Ji wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Parlemana Kurdistanê jî îro ji bo pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan di civînê de û tê pêşbînîkirin roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan pesend bike.

K24
Top