• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka ceza da wezîrê derve yê Îranê

Gulan Media August 1, 2019 Nûçe
Amerîka ceza da wezîrê derve yê Îranê
dibêje bernameya xamneyî cîhbicîh dike
Çend meh piştî gefa ferzkirina ceza bo ser Wezîrê Derve yê Îranê, dawî Amerîkayê ceza li ser ‎Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf sepand.

Duhê bi şev Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ceza li ‎ser Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê sepand.‎

Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin derbarê ferzkirina ceza de got, Zerîf bi bê minetî ‎bernameya Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê cîbicîh dike û herwiha berdevkê serekî yê ‎rejîma Îranê ye li cîhanê.‎

Mnuchin herwiha da zanîn ku Amerîka peyameke vekirî bo Îranî dişîne û tevgera wê ya vê ‎dawiyê nayê qebûlkirin.‎ç
Top