• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan, pîrozbahiyê pêşkêşî kesayetiyên ola êzîdî û xuişk û birayên êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Çileya Havînê ya ola Êzîdiyan germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzîdî û xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê dikim.

Li vê helkeftê de tekez li ser piştevaniya tevahiya xwe ji bo daxwazên xuşk û birayên me yên Êzîdiyan dikîn û hêviya kewandina birînên wan û dawî hatina bi êş û janên wan dixwazîn.

Hêvîdar im ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerandina xuşk û birayên me yên Êzîdiyan li ser jiyana asayî û bikarin li keşêkî aram û aştiyane da cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.


Top