• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî Şahê Siûdiyê kir

Mesrûr Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî Şahê Siûdiyê kir
Roja duşemê 29-07-2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameka serexweşîyê arasteyî Şahê Erebistana Siûdiye, Şah Selman Bin Ebdulezîz kir.

Di peyama serxweşiyê da Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawî ya birayê Şahê Erebîstana Siûdiyê Şah Selman peyama serexweşiyê arasteyî Şah Selman û malbata wî kir û hevxemîya xwe derbirî û hêvî ji xwedayê mezin xwast ku Mîr Bender bi beheşta xwe şad bike û hedarîyê bide malbata wan.

Mîr Bender bin Ebdulezîz Alê Siûd, birayê mezin ê Şahê Erebistana Siûdiyê di temenê 96 saliyê da îro dûşemê 29-07-2019an koça dawî kiribû
Top