• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Neteweyên Yekgirtî civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Neteweyên Yekgirtî civiya
Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel birêz Dr. Luei Şebane Birêveberê Herêmî ya rêxistina Sindoqî ya Neteweyên Yekgirtî ya karubarê niştecihan û şandekî li gel de, birêz Şebane bi kurtî behsa armanca serdana xwe ya ji bo nîşandana piştgîriya rêxistina wan ya li encamdana serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo beşdarîkirina li bîranîna bîst û pênç saliya konferansa navdewletiya nîştecihan û pêşxistina wê û bîranîna pencih saliya damezrandina rêxistina wan kir.

Li civîna ku berî nîvro ya îro 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kar û çalakiyên rêxistinê bilind nirxand û behsa pirsa serjimêriya li Iraqê kir. Her wiha hêvî xwest ew pirs neyê siyasî kirin û li ser bingeha destûra Iraqê muamele li gel da bêkirin. Rêzdar bi kurtî behsa berev pêşveçûnên Herêma Kurdistanê bi taybetî li rûyê girîngîdana civak û malbat û wekheviyê kir.

Asta peywendiyên dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û rêxistina wan, çend pirsekî peywendîdar bi nîştecihan ve, peywendiyên Hewlêr û Bexda, pirsa koçber û penaberan û mekanîzma vegerandina wan ya li ser warên wan, babetên dinên vê civînê bûn.

Waar.tv
Top