Heşdî Şeibî: Me binkeyên xwe yên li bajaran daxist!
Serokê desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz ragehand, hemû binke û baregehên Heşdî Şeibî ku bi navê bazirganî û sivîl hatibûn vekirin hatine daxistin.
Falih Feyaz peyamek bo serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Adil Ebdulmehdî rêkir û ragehand, fermana daxistina binkeyan a serokwezîr Ebdulmehdî pêkhatiye.
Di destpêka vê mehê de serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Adil Ebdulmehdî, fermanek derxist û di heyama mehekî de molet da wan grubên çekdarî ku xwe wek Heşdî Şeibî pênase dikin û heta naha dest ji karê çekdarî bernedane û dest bi karê siyasî nekirine, pêwîste amade bin bo pêkanînên hember wan.
Piştî hatina rêxistina terorîst û dagir kirina wê ya beşek ji axa Iraqê û vekêşana artêşa Iraqê li hember wê gruba terorîst, merciyê bilind ê şîeyan Ayetulla Elî Sîstanî fetwaya ava bûna hêzên Heşdî Şeibî da û zêdetirî 60 grubên milîs ên tayfeyî li Iraqê hatin ava kirin.
Basnews
