• Friday, 13 February 2026
logo

Konsûlxaneya Amerîka: Em bi xemgînî qurbaniyên Enfalê bibîr tînin

Konsûlxaneya Amerîka: Em bi xemgînî qurbaniyên Enfalê bibîr tînin
peyam li ser twitterê hatiye weşandin
Îro 31 Tîrmehê 36 salvegera enfalkirina heşt hezar barzaniyane ji aliyê rêjîma dîktator ya Baesê ve, Tevahiya wan Barzaniyan bi fermana Sedam Husên ji deverên Herîr, Quştepe, Behrike û Diyana yên Başûrê Kurdistanê hatin girtin û li çol û beyarên başûrê Iraqê zindî-zindî çal kiribûn.

Di vê derbarê de Konsulusxaneya Amerîka peyamek belav kir. Di wê peyamê de hatiye gotin ku ew bi xembariyeka mezin qurbaniyên operasyona komkujiya enfalê bibîr tînin ku sala 1983 li dijî xelkê bê guneh yên Barzanî hat kirin û bû sebeba can ji destdana bi hezaran kesan.

Konsulusxaneya Amerîka her wiha ragihandiye, Amerîka hemû gelên Kurdistan û Iraqê piştrast dike ku careka din nahêle karesateka wiha biqewime ji ber wê jî bila dilê wan bi pêşerojeka aram û demokratîk û Iraqeka pêşketî xweş be.
Top