Amadekirina raporeke nû ya CHP bo pirsa Kurd
Partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHP bi serperîştiya rêberê xwe Kemal Kiliçdaroglu siyaseta xwe ya heyama bê ji nû ve saz dike û pirsa Kurd di serî de li ser gelek mijaran polîtîkaya xwe jî nû dike. Serokê partiyê Kiliçdaroglu ragihand rapora li ser pirsa Kurd dê ji nû ve amade bikin.
Erdal Aksunger endamê Meclîsa partiyê yê CHP diyar kir ji bo çareserkirina pirsa Kurd li gel rûdanên li nav Tirkiyê yên derve jî berçav werin girtin, lazim e paradîgmaya herî bê guhertin, li Sûriyê û deverên derva jî divê li hember hêzên hovane, marjinal li pişt Kurdan bin, mafên wan werin parastin.
Erdal Aksunger-endamê Partiya Meclîsê yê CHP, got: Kêşeya Kurd bi rêbazên pragmatîst nayê çareserkirin. Bi wêrekî em vê meseleyê pênase bikin û sedemên vê eşkere bikin. Bi ya min kêşeya Kurd, kêşeyeke demokrasiyê ye. Wek nimûne girtina siyasetmedarên Kurd antîdemokratîk e û divê ew bi azadî siyasetê bikin. Bi zimanê Kurdî bila bi serbesî perwerdehiyek bê dayîn. Em ê hefteya pêş me bi endamên meclîsa partiya xwe re li ser raporê bi berfirehî danûstandinê bikin.
Li ser pirsa Kurd xebat û nêzîkatiya CHP ku wek partiya damezrînerê komara Tirkiyê jî tê zanîn li aliyê HDP jî girîng tê dîtin. Erol Katırcıogluyê parlamenterê HDP di wê baweriyê de ye ku CHP li ser mijarê xebateke baş pêşkêş bike partiya wan dê piştgiriyê bide wê gavê.
Erol Katircioglu-parlamenterê HDP, dibêje: Dema proseya aştiyê ji hêla AK Partî ve bo çareserkirina pirsa Kurd de xebatên baş hatin kirin lê paşê nivî de hat hiştin. Niha ji bo meseleyê di helwesta CHP de em zelaliyek nabînin. Lê eger bi awayeke demokratîk û aştiyane bo çareserkirina pirsa Kurd xebatekê bikin, em ê jî xîretê bidin. Ji bo vê daxwazên li ser ziman, çand û rêvebirinê yên Kurdan divê bê pejirandin.
CHP di sala 2015an de der barê pirsa Kurd de raporek amade kiribû û tê da dihat gotin kêşeya Kurd bi rêbazên ewlekarî nayê çareserkirin, bi beşdariya partiyên siyasî li parlamentoyê bi rêya diyalogê daxwaza maf û azadiyan dihat kirin. Dûv re bi guhertina sîstema rêvebirina welêt û rûdanên li Sûriyê niha rapor ji nû ve tê amadekirin.
K24
