Tirkiye: Em dê “korîdora aştiyê” liser sînorê Sûriye dirust bikin
Encumena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi serokatiya Serokomar Receb Tayîb Erdogan civiya. Civîn 6 demjimêran berdewam kir. Hat ragehandin, di civînê de pêşhatên dawî yên ewlekarî yên Tirkiyê û herêmê hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, digel ku YPG bi zorê zarokan dibe leşkeriyê jî, gelek welat wan hevpeyman dibîn in û alîkariya siyasî û leşkerî dikin, ku ne cihê qebûlkirinê ye.
Rexne li ÎNTERPOLÊ jî tê girtin, ku berpirsên PYD û YPG ji Bultena Sor hatine derxistin û tê destnîşankirin, ew dê zerer bide têkoşîna dijî terorê.
Di daxuyaniyê de tê gotin, li ser sînorê Sûriyê, gefên li hember Tirkiyê zêde bûn e û ji ber vê, bibiryar in ku, herêmê ji rêxistinên terorê paqij bikin û bi hemû hêza xwe "Korîdora Aştiyê" dirust bikin.
K24
