Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta enfala Barzaniyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 36mîn salvegera enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:
“Îro 36 sal bi ser enfal û jenosîdkirina Barzaniyan re derbas dibe. Jenosîdkirina Barzaniyan destpêka operasyoneka nijadperestane ya rêjîma Beisî bû li dijî xelkê Kurdistanê, ku li dû wê enfalkirina deverên Germiyan û Badînan û kîmyabarankirina Helebcê û deverên din yên Kurdistanê hat.
Devera Barzan di heyama borî de gelek caran rastî wêrankirin, şewitandin û komkujiyê hatiye ku herî dawî operasyona jenosîdkirina heşt hezar Barzanî bû. Lê ew qas zilm û zordarî nekarî ruhê berxwedan û bergirî û xebatê li vê deverê serkut bike. Bi xebat û qurbanîdana gelê me û pêşmergeyên me yên qehreman, Herêma Kurdistanê pêk hat, gelê me ma û enfalçî tine bûn.
Gelê me yê berxwedêr û malbatên enfalkiriyan hêjayî hemû xizmetekê ne. Em wek hikûmeta Herêmê bi rêka Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan li ser hewlên xwe berdewam dibin bo dabînkirina maf û pêdiviyên van ezîzên xwe. Ji xwe yek ji mijarên hevdîtina me bi hikûmeta Iraqa federal re jî, maf û qerebûkirina madî û manewî ya qurbaniyên jenosîdkirina gelê Kurdistanê ye.
Di dûmahîkê de em serê xwe li hember şehîdên enfalkirî yên Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê diçemînin û ew dê her dem di bîra me de bimînin.”
