Gorran: Komel ji bo berjewendiya xwe lêpirsînê li hember şêwirmendê serokkomar naveke!
Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Dr. Sabîr Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Efserê beredayî yê artêşa Iraqê, sivikayî û heqareteke mezin bi taqaneyê enfalê (kesê ji enfalê rizgar bûyî) û Ala Kurdistanê kir. Ew Al ku pîrozahiyekî wê yê mezin heye ji bo me û nasnameya hemû gelê kurd e. lê mixabin careke din erebekî şikest xwarî, dilê kesûkarên enfalbûyan birîn kir û bi awayekî diyar li ber çavê şêwirmendekî serokkomar sivikayî bi Ala me kir û wî şêwirmendî ti dengek jî jê derneket.’’
Yek ji wan şêwirmendê serokkomarê Iraqê yê bêdeng mayî li hember wî reftarên efserê hêzên Iraqê helbijartibû jî Hawjîn Omer e û ser bi Komela Îslamiya Kurdistanê ye. ji ber wê ew rêveberê Tevgera Gorran dibêje: ‘’Hawjîn Omer xwe wek şêwirmendê serokkomarê Iraqê dizane. Ji bo berjewendiya xwe ew paye wergirtiye. Lê dema sivikayî bi pîroziyên kurd hat kirin, ew şêwirmend li pêş wî efserê beredayî yê artêşa Iraqê bi tirs û şerm ve rawesta û ji tirsa newêra helwêstekî merdane li hember wî efserê beredayî nîşan bide û berevaniyê Ala gelê me bike. Bê guman bêdengî û bê helwêstiya Hawjîn Omer li hember wî erebê şoven ku sivikayî bi Ala gelê me kir xizmetê ji erebên şoven re dike.’’
Bi baweriya rêveberê Tevgera Gorran, pêwîstbû Komela Îslamiya Kurdistanê li hember wê bêhelwêstiya Hawjîn Omer bêdeng neba, ji ber ‘’Sivikayî bi Ala gelê kurd, hema wisa karekî asan nîne. Lê diyare Komela Îslamî ji bo berjewendiyên xwe, bêpare ji wê hizra çawa dê sivikayî li hember Ala Kurdistanê û kesûkarên enfalbûyan bê kirinê ye û ji ber wê jî ne amadeye lêpirsînê li hember wî şêwirmendî bike.’’
Li gor Dr. Sabîr Îsmaîl, Hawjîn Omer ê şêwirmendê serokkomarê Iraqê, ‘’Qasî wî ciwanê Kerkûkê jî bi xîret nebû, ku di dema bûyerên 16ê cotmeha 2017ê de êrîşî wesayîta artêşa Iraqê kir û Al a Iraqê anî xwar û avêt. Mixabin bo Hawjîn Omer ku efserekî beredayî yê artêşa Iraqê jî sivikayiyê bi Ala Kurdistanê û taqaneyê enfalê dike û ew bi şerm rawestaye û xîret di wî de tineye ku berevaniyê li Ala gelê xwe bike.’’
Basnews
