Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke YNKê kir
Seîdî Ehmed Pîre li ser navê (YNK) pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha Seîdî Pîre piştevaniya YNKê bo kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbirî.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe va spasiya şanda mêvan a YNKê kir û da zanîn ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hikûmeta xelkê Herêma Kurdistanê ye û beyî ti ciyawaziyan xizmetguzariyê bo xelkê Herêma Kurdistanê bike. Herwiha Barzanî daye zanîn u pêwîste partiyên siyasî jî arîkariya hikûmetê bikin bo ku hikûmet karibe karnameya xwe cîbicî bike.
Waar.tv
