Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çileya Havînê li Êzdîyan pîroz kir
Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan bi germî li rêzdaran Mîrê Êzdiyan û Civata Rûhanî û hemû xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejin bi xêr û şadî ji bo hemû Êzdiyan û Kurdistanê bi giştî vegerê.
Di demekê da cejna Çileya Havînê pîroz dikîn, em bi rêz û rûmetê jî qurbaniyên karesatên ku hatine serê Êzdiyan bi bîr tînîn û silavan ji bo giyanê wan dinêrîn. Hêvîdarîn cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir da vegerin û hemû xuşk û birayên me yên Êzdî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avadankirî, wenda û revandî jî azad bîbin.
Careka din cejna Çileya Havînê li hemû xuşk birayên Êzdî pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30/07/2019
