• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çileya Havînê li Êzdîyan pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çileya Havînê li Êzdîyan pîroz kir
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz dike ku eve jî naveroka wê ye:

Cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan bi germî li rêzdaran Mîrê Êzdiyan û Civata Rûhanî û hemû xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejin bi xêr û şadî ji bo hemû Êzdiyan û Kurdistanê bi giştî vegerê.

Di demekê da cejna Çileya Havînê pîroz dikîn, em bi rêz û rûmetê jî qurbaniyên karesatên ku hatine serê Êzdiyan bi bîr tînîn û silavan ji bo giyanê wan dinêrîn. Hêvîdarîn cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir da vegerin û hemû xuşk û birayên me yên Êzdî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avadankirî, wenda û revandî jî azad bîbin.

Careka din cejna Çileya Havînê li hemû xuşk birayên Êzdî pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30/07/2019
Top