Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kir dest ji piştgiriya YPGê berde
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper peywendiyeke telefonî encam dan.
Hulusî Akar û hevtayê wî yê Amerîkî Mark Esper, di vê peywendiya telefonî de, derbarê rewşa Sûriyê û YPGê de gotûbêj kirin.
Akar daxwaz ji hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Esper ku bendewariya Tirkiyê ya derbarê YPGê de li ber çav bigire û bi tevahî dest ji piştgiriya YPGê berde.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê re gotiye, eger Waşington û Enqere li ser mijara pêkanîna Navçeya Aram li hev nekin, Tirkiye dikare bi tena serê xwe jî wê herêmê li bakurê Sûriyê damezrîne.
Li ser avakirina Navçeya Aram û hin mijarên têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, bi taybet piştgiriya Amerîkayê bo YPGê, di navbera Amerîka û Tirkiyê de alozî heye.
Heftiya bihorî, şandeke bilind a Amerîkayê bi heman mebestê bi serokatiya James Jeffrey serdana Enqerê kiribû û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anîbû, lê belê piştre Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu aşkere kir, ku ew bi Waşingtonê re li ser mijara Navçeya Aram negihîştine rêkeftinê.
Rudaw
