Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsolê giştî yê Komara Gel a Çînê kir
Hevdîtina îro 30.07.2019ê serê sibehê li Hewlêrê pêkhat de, serokê herêma Kurdistanê amaje bi peyvendiyên herêma Kurdistanê û Çînê yên di warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî, çandî, perwerde, xwandina bilind û pêşde birina wan kir û vê derbarê de amadebûna herêma Kurdistanê bo hemû alîkariyek û hemahengiyekî jî nîşan da.
Gotûbêja rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa ava kirina piştî şerê DAIŞê û hemahengiya zêdetir a navbera sektora taybet a her du aliyan bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê û Iraqê jî aliyeke din ê hevdîtinê bû.
Basnews
