Koçberên êzdî: Em newêrin zarokên xwe bibin Şingalê!
Jina êzdî ya 50 salî li wargeha Şarya ya ser bi qeza Sêmêlê Meyadîn Şingalî ji BasNewsê re got: ‘’Eger Pêşmerge wegera Şingalê em jî dê xwe amade bikin li gel Pêşmerge wegerin Şingalê, ji ber dê ewlehî hebe. Ti metirsiyek li ser jiyana me namîne. Em newêrin zarokên xwe bibin Şingalê, ji ber wan reftarên grub û aliyên çekdar. Em ji wegera Şingalê bêhêvîbûne. Ev pênç sale em ji Şingalê koçberî Duhokê bûne, heta naha Bexda bi hewara me ve nehatiye.’’
Herwaha got: ‘’Hevjînê min kesekî bi temen bû bêhtir ji 8 mehan di destê terorîstên DAIŞê de ma û bi piştevaniya xwedê û alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi taybet jî ofîsa rizgar kirina revandiyan ve hat azad kirin. Heta naha jî hejmarek kes û karên hevjînê min di dest terorîstên DAIŞê de mahe û çarenivîsa wan ne diyar e.’’
Ji koçberên Şingalê Eydo Husên Xelef jî got: ‘’Rewşa Şingalê gelek xirab e. ez naha naxwazim biçim Şingalê. Em newêrin zarokên xwe jî bibin Şingalê. Em xelkê Til Qeseb in û li Şingalê heta naha jî xaniyên me nehatine paqij kirin ji mayîn û teqemeniyên terorîstên DAIŞê. Herwaha ji xizmetê jî bêpar mane. Naha jî ereb wegeriyane deverê û bêhtir metirsî ava bûye li ser jiyana xelkê me. Em nikarin wisa wegerin ji ber kesê bûne DAIŞî wegeryane Şingalê, dê çawa alîkarbin bo ewlehiya rewşa Şingalê, dê bêhtir rewşê têkbidin.’’
Keça koçber a Şingalê Niwda Hesen jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi ti rêyekî ve ez naxwazim careke din wegerim Şingalê û li gel kesên xiyanetkar jiyan bikim. Çavê me ji Şingalê şikestî ye, em nikarin careke din lê jiyan bikin. Ji ber ereban destdirêjî li ser keç û jin û zarokên me kirin. Heta naha jî ew xiyanetkarên ereb nehatine girtin. Em ditirsin wegerin û careke din êrîşî me bikin. Em dixwazin Pêşmergeyên Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên Kurdistanê wegerin Şingalê û hêz û grubên ne yasayî Şingalê vala bikin.’’
basnews
