• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Şahê Siûdiye kir

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Şahê Siûdiye kir
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyameke serxweşiyê da ji bo rêzdar Şah Selman Bin Abdulezîz Al Sûd Şahê Erebîstana Siûdiye, bi boneya koça dawî ya Mîr Bender Bin Abdulezîz Al Siûdê birayê wî, pirse û serxweşiyê li wan û malbata wan ya rêzdar û gelê Erebîstana Siûdiye kir.

Li peyama xwe da birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiyê, hêviya bihûştê ji bo xwedê jêrazî û sebir û hedarê jî ji bo rêzdar Şahê Erebîstana Siûdiye xwest.

Waar.tv
Top