Gemiyên şer ên Îranê û Brîtanyayê gefa êrîşê li hev kirin
Supaya Pasdarên Îranê dîmenên rûbirûbûna du gemiyên şer yên Îranê û Brîtanyayê belav kirin ku gefa êrîşkirina li ser hevdu dikin.
Di wan dîmenan de xuya dibe ku fermandarên leşkerî yên ser herdu gemiyan gefan li hev kirine.
Fermandeyê gemiya supaya pasdaran ji gemiya leşkerî ya Birîtaniyaê re dibêje, ku gemiya barhilgir a Brîtanî di bin kontrola wan de ye û haydariyê didê ku ti operasyonekê nekin.
Gemiya şer ya Brîtanyayê jî dibêje, ew di rêyeke navdewletî de kar dike û gemiya barhilgir diparêze û daxwazê ji gemiya Îranî dike ku karekê nekin ku jiyana xwe bixin metirsiyê.
Di dawiyê de Îranê ragihandiye ku dest bi ser gemiyê de girtiye.
Ji dema ku Îranê dest bi ser gemiya Brîtanyayê de girtiye, Brîtanya li gel her gemiyeke barhilgir gemiyeke şer dişîne û haydarî dane Îranê ku dê berdêleke giran bidin eger êrîşî ser gemiyên wan bikin.
Rudaw
