• Friday, 13 February 2026
logo

Parlementerê kurd yê Sûriyê, Omer Osê: Amerîka çira kesk ji Tirkiyê re vêxistiye!

Parlementerê kurd yê Sûriyê, Omer Osê: Amerîka çira kesk ji Tirkiyê re vêxistiye!
Parlementerê kurd li parlementoya Sûriyê, Omer Osê hişyariyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka çira kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ta ku êrîşî rojhilatê Firatê bike û bang li HSDê dike vegere hembêza Sûriyê.

Parlemanter û Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, Omer Osê ji rojnameya “Weten” a Sûrî re ragihandiye, Amerîka û Tirkiyê li ser operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê lihev kirine û Amerîka çira kesk ji Tirkiyê re vêxistiye, lê ew wê yekê ranagihînin û dibêjin ku danûstandinên wan li ser avakirina navçeya ewle bê encam mane.

Osê bang li HSDê dike hevrêziyê bi rêjîma Sûriyê re bike û odeyeke operasyonan a hevbeş damezrînin û hemû pêkhateyên bakûrê Sûriyê bi artêşa Sûriyê re rûbirûyî dagîrkeriya Tirkiyê bibin.

Wî parlementerê kurd amaje bi wê yekê jî kiriye, daxuyaniyên Tirkiyê yên piştî serdana Nûnerê Amerîkî bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery boTirkiyê, bi tiştê li ser erdê re dibe nagunce û têgihêştineke Amerîkî – Tirkî çêbûye da ku Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike.

Bi gotina Omer Osê, dibe ku Tirkiye di qonaxa yekem de ji Minbicê ve destpê bike, piştre Kobanî û piştre Serê Kaniyê û derdora wê bide ber xwe. Gefên Tirkiyê vê carê cidî û metirsîdar in û Amerîka dê fişarê li HSDê bike da ku pirojeya Amerîkî – Tirkî bipejirîne.



Basnews
Top