Ji Davutoglu daxuyaniya Demirtaş û Partiya Nû
Ahmet Davutoglu ku bi rojnameya The Financial Times a Brîtanî re axiviye, derbarê gotegotên avakirina partiyeke nû û herwiha girtina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de nêrîna xwe aniye ziman.
Davutoglu li ser mijara avakirina partiyeke nû li Tirkiyê, ew yek bi bîr xistiye ku ew hêj jî endamekî Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye û diyar kiriye, ew ji bo pêkanîna reforman di AK Partiyê de xwe berpirsyar dibîne, lê belê ew gelek bi hêvî nîne.
Davutoglu daye xuyakirin, serdemekê AK Partiyê giringî dida dadmendî, azadî û azadiya fikr û ramanê, lê belê bi gotina wî di wan 3 salên dawiyê de ew nirx û prensîp hatine piştguhxistin.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Davutoglu li ser pirsa derbarê avakirina partiyeke nû li Tirkiyê de ragihand, ew dixwazin “keşûhewayeke siyasî yê nû li Tirkiyê çê bikin” û tekez kir: “Tişta ku me pêwîst e, vebûn û zelalî û psîkolojiyeke nû ye, ku li ser esasê azadiya derbirînê û netirsînê hatibe avakirin.”
Ez di ber girtina Demirtaş de ne berpirsyarim
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê di beşeke din a axaftina xwe ya li gel The Financial Timesê de amaje bi girtina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye û gotiye, “Demirtaş şeş mehan piştî îstifaya min hate girtin û ew yek ne berpirsyariya min e.”
Ahmet Davutoglu herwiha dibêje: “Ew yek pêvajoyeke yasayî ye, û tiştek jidestê min nayê.”
Rudaw
