• Friday, 13 February 2026
logo

YPGê li Efrînê êrîş pêk anî: 6 çekdar hatine kuştin

YPGê li Efrînê êrîş pêk anî: 6 çekdar hatine kuştin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ye, hêzeke çekdar a ser bi YPGê ve êrîşek pêk anî û di encamê de 6 çekdarên opoizsyonê hatin kuştin.



Hêzên Rizgarkirina Efrînê ku hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ye, di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê, li Efrînê û derdora wê, êrîşek pêk anîne.



Di daxuyaniya xwe de, Hêzên Rizgarkirina Efrînê eşkere kiriye, ku li derdora bajarê Marih, hêzên wan êrîşî xalên Cebhe el Şamiyê û Ehrar el Şam kirine.



Li gor heman daxuyaniyê, di encama wê êrîşê de, 6 çekdarên ser bi wan grûpên çekdar ve hatine kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûne.



HREyê herwiha daye xuyakirin, ku hêzên wan roja 26ê Tîrmehê jî di êrîşekê de Fermandarê Grûpa Feyleq el Şamê yê bi navê Ebû Hemze kuştine.



Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, YPGê ragihandibû, ku şerê wan li dijî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar dê berdewam be û tekez kiribû, ew dê dest bi qonaxekî nû yê şer li dijî wan hêzan bikin.



Piştre her di çaçroveya wê qonaxa nû ya şer de, YPGê hêzek bi navê Hêzên Rizgarkirina Efrînê pêk anî, ku li herêmê êrîş û çalakiyên partîzanî pêk tîne.



Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ye.

Rudaw
Top