• Friday, 13 February 2026
logo

PAK: Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin

PAK: Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê ji bo doza daxistinê ya ku ji aliyê Dadgeha Qanuna Bingehin ve hati vekirin bergirîya xwe kir. Ev bergirî ji aliyê navenda partîyê vê bi daxuyanîyeke niviskî hat parvekirin. Di daxuyanîyê de sedem û merhaleyên dozê yêk bi yêk hatine eşkerekirin.

“Doza daxistinê ya di derbarê PAKê de, ji çar merhaleyan ve pêk te.
PAKê jî bersîva Serdozgerê Yargitayê da û got ‘’Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne. Herweha maddeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin. Di demên pêşde, hemû îxtar û bersîvên PAKê, îdîaname û mutalayên ji bo doza daxistinê û parastinên heta nuha yên bi Kurdî û bi Tirkî ku PAKê teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kirîne, weke pirtûkeke taybet emê
biweşînin.

Waar.tv
Top