PAK: Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin
“Doza daxistinê ya di derbarê PAKê de, ji çar merhaleyan ve pêk te.
PAKê jî bersîva Serdozgerê Yargitayê da û got ‘’Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne. Herweha maddeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin. Di demên pêşde, hemû îxtar û bersîvên PAKê, îdîaname û mutalayên ji bo doza daxistinê û parastinên heta nuha yên bi Kurdî û bi Tirkî ku PAKê teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kirîne, weke pirtûkeke taybet emê
biweşînin.
Waar.tv
