Kesûkarên kuştiyên Heşdî Şeibî li Kerkûkê tên bicîh kirin!
Berpirsê ragehandina eniya bakur ê Heşdî Şeibî Elî Husênî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, kesûkarên kuştiyên Heşdî Şeibî li Kerkûkê, ‘’Hemû maf û îmtiyazên şehîdan dê ji wan re hebe’’ û mûçeyê malnişînî û erd dê wergirin.
Elî Husênî ragehand, dosyaya dabeş kirina erd li ser kesûkarên kuştiyên wan milîsan bo wergirtina erd ji wezareta şaredariyê re hatiye şandin.
Piştî xiyaneta 16ê cotmeh a 2017ê ya dagirkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, proseyekî berfireha a ereb kirina Kerkûkê destpê kir û bi hezaran malbatên kurd hatin derxistin û malbatên erebên başûr û naverasta Iraqê li cîha malên kurdan de hatin bicîh kirin.
Basnews
