• Friday, 13 February 2026
logo

Ala Kurdistanê li ser gupika çiyayê Lenîn hat bilindkirin

Ala Kurdistanê li ser gupika çiyayê Lenîn hat bilindkirin
Du çiyavanên Kurd bi awayekî serkeftî çûne ser çiyayê Lenîn ango Îbnê Sîna ku dikeve navbera Tacîkistan û Qirqîzistanê û Ala Kurdistanê li ser gupika vî çiyayî bilind kirin.



Hawjîn Mihemed û Arî Osman du çiyavanên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê ne ku bi awayekî serkeftî karîne xwe bigihînin gupika çiyayê Lenînê.



Ew herdu çiyavanên Kurd ku yek ji wan xelkê Hewlêrê û yê din ji Silêmaniyê ye, piştî ku bi awayekê serkeftî hilkişiyane ser çiyayê Lenîn, ku dikeve ser sînorê navbera herdu welatên Tacîkistan û Qirqîzistanê, Ala Kurdistanê li ser gupika wî çiyayî, ku 7,134 metran bilind e, bilind kirin.


Arîs Osman di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ev cara yekem e ku Ala Kurdistanê li ser bilindtirîn cihê bilind ku Kurdê Başûrê Kurdistanê gihîştibe ser, li Çiyayê Lenînê bihê hildan.”



Arî Osman herwiha got: “Rêya serkeftinê gelek dijwar û metirsîdar bû, ji ber aşotan û kêmiya oksîcenê.”


Bi gotina wî çiyavanê Kurd, bi şev pileya hewayê li ser Çiyayê Lenînê dadiket bo 26 pile jêr sifrê, lê belê bi roj jî gelek germ dibû û germiya wê mirov bêzar dikir.



Ev lûtke di sala 19871an de hatiye dîtin û tomarkirin û navê Çiyayê Kaufman lê hatiye kirin. Di sala 1982an de navê wê bo lûtkeya Lenîn, ku yekem serkirdeyê Yekîtiya Sovyetê bû, hatiye guherandin.



Di sala 2006 de, hikûmeta Tacîkistanê navê lûtkeya çiya careke din guherand û vê carê navê Îbnê Sîna lê hat kirin, ku bîrmend û fîlsofekî navdar e û wek bavê Pizîşkiya Nû li cîhanê jî tê naskirin. Lê belê li Qirqîzistanê, hêj navê fermî yê lûtkeyê Lenîn e.



Di sala 2017an de, Serokê Qirqîzistanê daxwaz kir ku navê vê lûtkeyê bo Manas bihê guhertin, ku qehremanekî dîrokî yê wî welatî ye.



Çiyavanê Kurd, Arî Osman ji Rûdawê re got, ji ber li aliyê Tacîkistanê serkeftina bo ser wî çiyayî gelek zehmet e, piraniya çiyavan li aliyê Qirqîzistanê diçin ser vî çiyayî, lewma jî piranî bi Lenîn tê naskirin û navê Îbnê Sîna kêmtir naskirî ye.

Rudaw
Top