• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka bo şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dimîne

Amerîka bo şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dimîne
Serokê Desteya Erkana Hevbeş a Artêşa Amerîka Joseph Dunford ragihand, ti gûmanek nîn e ku stratejiya jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê serkeftî bûye, ev jî nayê wê wateyê ku şerê li dijî DAIŞê bidawî bûye.

Di civîna ligel serkirdeyên Hevpeymaniya Navdewletî û bi amadebûna Balyozê Amerîka li Bexdayê, Joseph Dunford ragihand, “Şanaziyê bi pêşketina ji sala 2015an ve li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê bûye dikin.”

Ragihand jî, “Lê tevî wê pêşketinê, gefên DAIŞê bidawî nebûne, ji ber wê welatên navçê naxwazin careke din DAIŞ serê xwe hilde, ji ber wê jî Amerîka wek hevpeymanekî nêzîk dimîne.”

Ew fermandarê leşkerî yê Amerîkî aşkere dike, stratejiya rûbirûbûna DAIŞê û bîr û baweriyên wê di çarçova hebûna leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê de tê serastkirin.”

Amaje bi wê jî da, mana leşkerî ya Amerîka di çarçova encamdana operasyonên hevbeş û şêwirmendiya leşkerî de pêwîstiyeke girîng e, ji bo berdewamiya erkê rûbirûbûna DAIŞê.


K24
Top