Companiya DANAGAS a Îmaratê karên xwe yên li herêma Kurdistanê zêde dike
Li gor nûçeya ajansa Reutersê şîrketa DANAGAS a Îmaratê berhemanîna xwe li Misirê bi nirxê 500 milyon dolarî difroşe û karên xwe li herêma Kurdistanê jî zêde dike.
Misir yekem welatê xwedî rezervên gaza xwezayî ya li Derya naverast e, ku rezervên gaza xwezayî yên Misirê nêzîkî 6 car zêdetirî herêma Kurdistanê ye.
Vê derbarê de şarazayê peyvendiyên herêmî û sektora gazê Behroz Cehfer di gotarekî xwe de behsa wê yekê dike ku rewşa Peyman û karên şîrketa DANAGAS, xisar kirinekî mezin lê ketiye, di wê şîrketê de tişta ku xamî ji Îranê re tê veguhestin, kevinin û bi dehan milyar kom kirine û cade û rê wêran kirine. Pêwîst bû DANAGASê pirsgirêka elekterîkê çareser bikira di sala 2018ê de, lê nekir.’’
Li gor gotinên Behroz Cehfer, gendeliyeke mezin di navbera beşa CSR û sektora bîrên nefta samanên xwezayî yên herêmê û kesên serekî yên DANAGAS de hene ku hemû jî diyar in. Bi taybet pareyê petro dolar a DANAGAS sala borî û ya îsal jî hatiye xwarin û ji yekîneyên îdarî re nehatiye dayîn. Tenê bi wî pareyî gelek qeza û nahyeyên herêmê dê bibana Dubaî.
Herwaha got, naha pêwîste serokê kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê, divê vê sektorê de çaksaziyê bike.
Basnews
