• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel baylozê Sri Lankayê civiya

Serokwezîrê Kurdistanê li gel baylozê Sri Lankayê civiya
vê pêşengeheke taybet bi berhemên Sri Lankayê were vekirin
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Sri Lankayê yê li Bexdayê Niranjan Ranasinghe kir.

Di civînê de balyozê Sri Lankayê pîrozbayî li Serokwezîrê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo vî û kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê xwest.

Niranjan Ranasinghe behsa girîngiya berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Sri Lankayê kir û anî ziman ku hêlbirênerên Sri Lankî kêfxweşin ku li Kurdistanê kar dikin û vê di pêşerojeke nêz de pêşengeheke berhemên Sri Lankî li Hewlêrê were vekirin.

Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya şanda mêwan kir û balkêşande ser vê yekê ku Hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi pirreng kirina çavkaniyên dahat û abûriya Kurdistanê dide û vê girîngiyeke zêde jî bi kerta çandiniyê bide û derfeteke baş jî bo hêlbirênerên biyanî li Kurdistanê de were afirandin.

Top