Li Efrînê 42 cihên şûnwarî hatine têk dane û dizîn
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, ji bilî kiryarên kuştin, revandin û eşkencedana welatiyan, dizî û talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dîrok, şaristanî û netewa Kurdî ya herêma Efrînê têk didin û şûnwar, cihên dîrokî û mezargehên pîroz dikolin û perçeyên entîkan didizin.
Wê rêxistina mafên mirovan belav kir, , artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.
Her li ser kolan, têkdan û dizîna şûwarên Efrînê, di destpêka vê mehê de Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.
Da zanîn jî, hin wêneyên ji Efrînê derketine diyar dikin, peyker û entîkeyên dîroka wan bi hezaran salan e ji girê birc Ebdalo, girê Eyn Dara, girê Cindirêsê û keleha Horî yên şûwarî hatine derxistin.
Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bil Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê.
Rêxistina Mafên Mirovan di raporta xwe de cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî yên hatine kolan, têkdan û dizîn wiha diyar kirin:
1-Perestgeha Eyn Dara li Efrînê – Di lîsta UNESCO de ye.
2-Keleha Horî li navçeya Şera - Di lîsta UNESCO de ye.
3-Mezargeha Şêx Hemîd li Qestel Cindo – Cihekî pîroz ê Êzidiyan e.
4- Mezargeha Baflûnê li navçeya Şera – Mezaregeheke Êzidiyan e.
5- Mezargeha Qere Curên li navçeya Şera.
6- Mezargeha Şînka li navçeya Şera.
7- Mezargeha Şêx Henan li navçeya Şera – Gora nivîskarê Kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî lê ne.
8- Mezargeha Saraqizê li gundê Xelnêrê - Efrîn.
9- Mezargeha Şêx Ebdulrehman li gundê Kanî Gewrkê – Navçeya Cindirêsê.
10- Mezargeha gundê Îska – Efrîn.
11- Şanogeha keleha Horî – Şera.
12- Girê Dêr Siwanê – Şera.
13- Girê Ereb Şêxo - Şera.
14- Girê Kefer Romê – Şera.
15- Çiyayê Parsexatûnê.
16- Girê gundê Omera – Berava – Şera.
17- Gundê Qîbarê – Efrîn.
18- Girê gundê Stêr – Efrîn.
19- Veguhastina kevirekî ji Serşoya Gundê Hemamê – Cindirês.
20- Gundê Elbîskê - Reco.
21- Bîra gundê Kora – Cindirêsê.
22- Girê Meydan Ekbesê – Reco.
23- Şûnwarên gundê Sîdankê - Cindirêsê.
24- bîra Elotê li gundê Kora – Cindirêsê.
25- Mezargeha Şêxmûs li gundê Gewinda – Reco.
26- Girê Sêmalka – Reco.
27- Xeraba Elo li gundê Çobana – Cindirêsê.
28- Şûnwarên gundê Qurbê – Cindirêsê.
29- Girê Cindirêsê – bûye baregeheke leşkerî û firokxane ji helîkopteran re.
30- Xeraba Reza li gundê Turmîşa – Şiyê.
31- Girê Ziravkê – Efrîn.
32- Şûnwarên gundê Ereba – Mabeta.
33- Girê gundê Eyn Hecerê – Efrîn.
34- Girê Kitix – Mabeta.
35- Girê Durumiyê – Mabeta.
36- Girê gundê Gemrûkê – Mabeta.
37- Mezargeha Yexmûr Dada – Bilbilê.
38- Girê Ebîdanê – Bilbilê.
39- Şûnwarên gundê Beradê – Şêrewa.
40- Şûnwarên gundê Kîmarê – Şêrewa.
41- girê gundê Birc Ebdalo – Şêrewa.
42- Şikefta Duderî – Şêrewa.
K24
