32 hezar kes ji kempên Suriyê ve bo parêzgeha Neynewa dihên veguhaztin
Qaymeqamê Şengalê amaje bi wê yekê kirîye, ew kesên hanê bi rêya derazînka sinûrî ya Rebîe dê bihên veguhaztin bo kempên Hemam Elîl û Cedee li başûrê Nenewa. Pişkek ji wan kesan, ew jin û zaroyên Êzdîyan in ewên ji destên Daişê rizgar bûne.
Qaymeqamê Şengalê, hoşdarîyê dide hikumeta Îraqê û dibêje: Anîna van hemû kesan bo Îraqê, wek bombeke çandîye, çunku gelek ji wan xwedî hizrên Daişî û tekfîrî ne û dikarin hizrên xortan jehirdayî bikin û bandoreke xirab li ser civakê çê bikin.
Mehma Xelîl daxwaz ji Elî Sîstanî, Merceê Şîeyan, hêzên û alîyên sîyasî, hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê kir, anîna van hemû kesan bo parêzgeha Neynewa red bikin û rê nedin li ser hisaba berjewendî ya welat ewan kesan bînin Îraqê.
K24
