• Friday, 13 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Eger wezîrên me bêxem bin emê kesên din daynin cîhê wan!

Rêveberekî Gorran: Eger wezîrên me bêxem bin emê kesên din daynin cîhê wan!
Endamê Civata giştî yê Tevgera Gorran radigehîne: ‘’Eger wezîrên me bêxem bin û xizmetê bo hemwelatiyan dabîn nekin, em dê wan ceza bikin û kesên din di cîhên wan de daynin.’’

Endamê Civata giştî yê Tevgera Gorran Nûrî Hacî Fetah ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wezîrên me soz dane me ku xizmeta xelkê bikin û di vê kabîneyê de ji bo berjewendiya hemwelatiyan kar bikin û eger em bizanin wezîrên me karê xwe baş narabin, emê wan ceza bikin û kesên din di cîhê wan de daynin.’’

Herwaha got, Tevgera Gorran ji bo xizmet ji hemwelatiyan re bike biryar da ku beşdarî kabîneya nehemîn a hikûmeta herêma Kurdistanê bike, ji ber wê eger bêxemiya tîma wezîrên me nav hikûmeta herêma Kurdistanê de hebe, em vê qebûl nakin û ev xeta sor e.’’

Navborî amaje bi wê yekê jî kir, berê Tevgera Gorran beşdarî li hikûmetê kir, herçend krîzekî aborî ya giran li herêma Kurdistanê pêkhat jî, lê xelk ji sekin û rawestana wezîrên me razî bû, ji ber wê bi piştrastî wezîrên me bi germ û bihêz ve, bê cudayî kar dê bo xizmeta hemwelatiyan bike.

Nûrî Hacî Fetah got, civîna serokê hikûmetê li gel hemû wezîran peyama wê yekê ye ku ev kabîne, dê kabîneyekî cuda û ya xizmetê be. Herwaha çûna şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê karekî giring û çarenivîssaz bû. bê guman naha peyvendiyên herêmê û Bexdayê asayî bûne û ev yek jî pêngavekî başe û wateya wê dide ku kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê karê wê ew e jiyaneke xweş bo hemwelatiyan dabîn bike.

Basnews
Top