• Friday, 13 February 2026
logo

Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Li Eyaleta Kaliforniya ya Amerîkayê ji ber bûyereke teqekirinê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.



Medyaya Amerîka ragihand ku di festîvala salane ya xwarinê de li bakûrê Kalîforniya, kesekî teqe li xelkê kiriye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.



Rêveberê Nexweşxaneya Santa Klara li bakûrê Kalîforniya ragihand ku kesekî bi awayê ketûber teqe li beşdarên le festîvalê kiriye û li gora daxuyaniya polîsê Kalîforniya, 12 birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.



Şahidên wê bûyerê dibêjin, gulebarana wî kesî bo demekê berdewam bû û qerebalixî û aloziyeke mezin çêbû.



Nexweşxaneya Kalîforniya, pêşbîniya zêdebûna hejmara qurbaniyan dike. Kesê êrîşkar heta niha nehatiye girtin.



Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîttekê de hişyarî da xelkê û hêzên emnî û daxwaz kir ku haya wan ji wan hebe ji ber ku êrîşkar hêj nehatiye girtin.



Polîsan ji bo girtina êrişkar dest bi operasyoneke berfireh kirine û ligor gotinên şahidhalan kesekî temenî wî derdora 30 saliyê êriş encam daye.

Rudaw
Top