Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Medyaya Amerîka ragihand ku di festîvala salane ya xwarinê de li bakûrê Kalîforniya, kesekî teqe li xelkê kiriye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Rêveberê Nexweşxaneya Santa Klara li bakûrê Kalîforniya ragihand ku kesekî bi awayê ketûber teqe li beşdarên le festîvalê kiriye û li gora daxuyaniya polîsê Kalîforniya, 12 birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Şahidên wê bûyerê dibêjin, gulebarana wî kesî bo demekê berdewam bû û qerebalixî û aloziyeke mezin çêbû.
Nexweşxaneya Kalîforniya, pêşbîniya zêdebûna hejmara qurbaniyan dike. Kesê êrîşkar heta niha nehatiye girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîttekê de hişyarî da xelkê û hêzên emnî û daxwaz kir ku haya wan ji wan hebe ji ber ku êrîşkar hêj nehatiye girtin.
Polîsan ji bo girtina êrişkar dest bi operasyoneke berfireh kirine û ligor gotinên şahidhalan kesekî temenî wî derdora 30 saliyê êriş encam daye.
Rudaw
