• Friday, 13 February 2026
logo

Li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram êrîş kir: 65 kes mirin!

Li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram êrîş kir: 65 kes mirin!
Li gor televizyona dewletê ya Nîjeryayê, rêxistina terorîst a Boko Haram, li bakurê rojhilatê welat êrîş kir ser merasîmekî cenaze û di êrîşê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Êrîşa li paytexta eyaleta Borno Maidugurî pêkhat de çekdarên Boko Haram motorsîklet û wesayîtên pîkab bikaranîn.

Berî wê êrîşê 11 çekdarên Boko Haram ji aliyê gundiyan ve hatibûn kuştin û tê fikirandin ku ev êrîş wek bersivek ji kuştina wan 11 çekdaran re be.

Li gor Reutersê serokê dewleta Nîjeryayê Mihemed Buharî piştî wê êrîşê operasyona ku destpê kir, ferman da ku hêzên hewayî jî beşdarî wê operasyonê bibin.

Rêxistina Boko Haram sala 2002yê de ava bû û sala 2009ê şûnde dest bi çalakiyên tund kir.

Boko Haram di zimanê herêmî de tê wateya ‘’Bi şêwazê Rojava perwerde guneh e’’

Rêxistina terorîst piştî derketina DAIŞê jî girêdana xwe bi wê rêxistinê re ragehand û wek baskê DAIŞê yê Afrîqayê xwe pênase kir.

Basnews
Top