Şandeke konsulusxaneya Brîtanyayê serdana wezareta pêşmerge kir
Îro şandeke Konsulusxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê serdana wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kir û ji aliyê rayedarên wezareta pêşmergeve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa çend mijaran weke hevkariyên Şêwirmendî û perwerdehî yên Brîtanyayê bo hêzên pêşmerge hate kirin.
Her di heman civînê de şanda Konsulusxaneya Brîtanyayê hêvî xwestiye daku têkiliyên navbera her du aliyan werin bihêztirkirin.
