• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Wegera Pêşmerge garantiya parastina navçeyên Kurdistanê ne!

Berpirsekî PDKê: Wegera Pêşmerge garantiya parastina navçeyên Kurdistanê ne!
Berpirsekî PDKê aşkera dike, tenê Pêşmerge garantiya parastina navçeyên Kurdistanê yên ser bi parêzgeha Diyale ye û ew yek di demekî de ye ku lijneya asayîş û berevaniya parlamentoya Iraqê li xwe mûkir hat ku 100 çekdarên DAIŞê ji Selahedînê ve derbasî navçeyên Kurdistanê yên ser bi sînorê Diyale bûne.

Berpirsê lijneya navçeya Celewla ya PDKê Amir Rifet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî bûyerên 16ê cotmehê ya sala 2017ê ve heta naha rewşa ewlehiya navçeyên Kurdistanê yên ser bi parêzgeha Diyale xirab e û çekdarên DAIŞê sûd ji wê valatiya ewlehiyê wergirtine.’’

Herwaha got: ‘’Pêşmerge wek take hêza rijd a li navçeyê dikare parastina navçeyên Kurdistanê garantî bike ye û ji ber wê jî xelkê wan navçeyan benda wegera Pêşmerge ne, ev yek jî bi rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê ve dibe.’’

Basnews
Top