Berpirsekî PDKê: Wegera Pêşmerge garantiya parastina navçeyên Kurdistanê ne!
Berpirsê lijneya navçeya Celewla ya PDKê Amir Rifet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî bûyerên 16ê cotmehê ya sala 2017ê ve heta naha rewşa ewlehiya navçeyên Kurdistanê yên ser bi parêzgeha Diyale xirab e û çekdarên DAIŞê sûd ji wê valatiya ewlehiyê wergirtine.’’
Herwaha got: ‘’Pêşmerge wek take hêza rijd a li navçeyê dikare parastina navçeyên Kurdistanê garantî bike ye û ji ber wê jî xelkê wan navçeyan benda wegera Pêşmerge ne, ev yek jî bi rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê ve dibe.’’
Basnews
