Mafê dengdanê yê 50 hezar Kurdên Kerkûkê jê tê stendin
Parlamentoya Iraqê, çend roj berê pêşnûme yasayek derbarê beşeke madeyên Yasaya Hilbijartina Encûmenên Parêzgehan, bi piraniya dengan qebûl kir. Li gor guhertina di madeya 35 a beşa 5an de hatiye kirin, 50 hezar Kurdên Kerkûkê nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û dengên xwe bidin.
Serokê Komîsyona Hiqûqê li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Hadî, derbarê mijarê de axivî û bibîr xist ku koçberên Kerkûkî yên li Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê heyamên borî dikarîn beşdarî hilbijartinan bibin û diyar kir, “Lêbelê li parlamentoyê li ser madeya 35an gotûbêj hatin kirin û bêyî ku ew pêşnûme vegere komîsyonê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin.”
Sehend Salih ku yek ji wan 50 hezar mexdûrên Kerkûkê ye, ji Rûdawê re ragihand, “Em ji 13 malbatan pêk tên û bi yasaya nû, ti kes ji me nikare dengê xwe bide. Herêmên Tekiye Cebarî, Qadir Kerem û beşeke herêmên din jî weke me di heman statuyê de ne û ji ber ku nasnameyên xwe veguhastine bo Kerkûkê dikarin beşdarî hilbijartinê bibin lêbelê em nikarin beşdar bibin. Li holê xapandineke yasayî ya mezin heye.”
Ew Kurdên Kerkûkê ku mafê wan ê dengdanê ji wan hatiye standin û qeydên wan yên nifûsê yên sala 1957an in, dikevin çarçova wê madeyê û nikarin deng bidin.
Ew biryara Parlamentoya Iraqê dê biçe ber destê Serokomarê wî welatî Berhem Salih û tê pêşbînîkirin beriya destpêkirina amadekariyên hilbijartinê ew biryar ji aliyê Salih ve bê vetokirin.
Rudaw
