Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistan gefên PKKê red dikin
Ev ne cara yekem e ji deverên sînorî bigre heya bûyera teqekirinê ya xwaringeha Hewlêrê, PKK nakokiyên xwe yên bi Tirkiyê tîne ser xaka Herêma Kurdistanê, vê yekê jî dilgaraniyek mezin derbarê têkçûna aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê li cem welatiyan û taybet li cem penaberan çê kiriye.
Beşek ji Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê dimînin jî nerîn û Helwestên xwe di vê derbarê de tînin ziman û dibêjin, ji erka me ya netewî parastina vê xaka azad bikin û em têkbirina ewlehiya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.
Herwiha siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê jî dibîne, nabe ku ti partiyeke Kurdistanî bibe sedema têkçûna aramiya Herêma Kurdistanê û divê rêz li serweriya vî parçeyê azad yê Kurdistanê bê girtin.
Her car Başûrê Kurdistanê bûye derfet û deriyekî herî aram li pêş penaberên her çar perçeyên Kurdistanê û pêşwazî li wan kiriye, helebt çi bûyereke terorisî jî di çarçoveya sînorê Başûrê Kurdistanê de were encamdan, tirseke mezin dixe dilê welatî û penaberên parçeyên din jî.
K24
