Çavuşoglu pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir
Îro şemiyê 27-07-2019an Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medya civakî ji ser Twitterê pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.
Çavuşoglu wiha got: Hazim Tehsîn Beg pîroz dikim ku weke mîrê nû yê êzîdiyan hatiye hilbijartin. Tirkiye li hemberî çalakiyên PKKê di serî de û ji tevahiya gefan kurdên êzîdî biparêz e.
Îro danê sibê li perestgeha Laliş, mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, çend roj berê ji aliyê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ve wek mîrê nû hatibû destnîşankirin, di merasimeka fermî de sûnd xwar û dest bi mîrektiyê kir.
Basnews
