Hevseroka KCK/PKK: Şingal perçeyek ji Iraqê ye
Hozat destnîşankir, ku: “Şingal perçeyek ji Iraqê ye. Xelkê me yê Êzdî di çarçoveya Iraq a yekgirtî de, dixwaze statuya wan a xweserî hebe. Ev yek Iraqê bihêz dike. Ji xwe statuya xweseriyê di Destûra Iraqê de heye. Şingal dikare bibe xweser. Iraq dê li cîhanê jî, bibe xwedî rêz. YBŞ di têkbirina DAIŞ de rolek berçav dît. YBŞ beşek ji Artêşa Iraqê ye.
YBŞ ligel Artêşa Iraqê her di nav ahengiyê de kar kiriye. Niha Artêşa Iraqê li Şingalê ye. YBŞ ligel Artêşa Iraqê operasyonên hevbeş dike. Ev hêlwestek gelek erênî ye! Em ji vê yekê, dilxweş in.
K24
