Hadî Amrî: Çarenivîsa wî jî dê wek ya Seddam Husên be!
Fermandarê Heşdî Şeibî û serokê hevpeymaniya Fetih a ser bi Heşdî Şeibî li parlamentoya Iraqê Hadî Amerî bi beyanameyekî darve kirina du hemwelatiyên şîe li Behrênê şermizar kir û ragehand, dê çarenivîsa qralê Behrên Hemed Bin Îsa El Xelîfe jî wek çarenivîsa serokê rejîma Beis a Iraqê Seddam Husên be.
Hadî Amrî darve kirina du hemwelatiyên şîe şermizar kir, ku hikûmeta Behrênê ew wek terorîst tewanbar kiribûn û du roj berî naha bi darve kiribûn.
Serokê hevpeymaniya Fetih Amrî, darve kirina wan du hemwelatiyên şîe wek destpêka dawî hatina desthilatiya qralê Behrênê pênase kir û ew wek xiyanetkar û kirêgirtî binav kir.
Basnews
